Kongira Star: Helebce roja ku mirovatiyê ji xwe şerm kir

“Helepçe, birîna bê derman, xeyalên nîvçe mayî, qirkirina dîrokê ya herî mezin. “
Kordînasyona Kongira Star di salvegera 35 mîn a kîmyebaran Helebce de ev peyam da û got:
“Emê nehêlin Helepçeyên din werin jiyankirin..”

Kordînasyona Kongira star bi wesîleya salvegera komkujiya Helepceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongira star di serî de hemû şehîdên Helebce bi bîr anî û got:

“Helebce, roja reş, roja ku mirovatiyê ji xwe şerim kirî, roja ku erd û ezman giriya.

Roja ku her dem sere derbas dibe, birînên me kûrtirdike û êşa me mezintirdike.

Roja ku her tê gotin, Qirika me tijî dibe, roja ku em wekî mirov ji xwe şerim dikin. ”

Kongira Star: Ev roj di nava Kurdan de birîneke bê derman e

Kongira star diyar kir ku 1988’an , li Helepce bi fermana Sadamê dîktator jehr ser însanên bêguneh, jin, zarok, kal û pîran de hat barandin.

Ev roj, di nav me Kurdan de, birînekî bêderman û êşekî bê pênaseye.

Însan bi agir hatin şewitandin, însan ji tîna ziwakirin, erd û ezman jehirkirin, mirovatî hate jehirkirin wê rojê.

Her çendî dadgeha Cezaya Bilind a Îraqê komkujiya Helepçeyê naskiribe jî, lê ev birin nayê dermankirin.

Kongira Star: Em ê rihê netewî û sîstema ekolojîk pêş bixin

Kordînasyona Kongira star tekez kir ku emê nehêlin Helepçeyên din werin jiyankirin..

Her çendî cîhan li hemberî qirkirina Helepçeyê bêdeng mabe jî, lê em jin nahêlin Helepçe, Dêrsîm û Zîlanên nû werin jiyankirin.

Em ê li hemberî van hovîtiyan bisekinin û nehêlin însanên me yên bêguneh, jin û zarok bên qetilkirin

Em ê her û her têbikoşin, em ê rihê netewî Û sîstema ekolojîk pêş bixin..

Back to top button