Kongreya Star jî salvegera 18’emîn a damezrandian PYD’ê pîroz kir û diyar kir ku PYD’ê li ser xeta Neteweya Demokratîk têkoşîna xwe meşand û xwe bi rêxistinkir.
Koordînasyona Kongra Star, salvegera 18`an a damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê pîroz kir û hemû şehîdên partiyê bi bîr anî.
Kongreya Star diyar kir ku PYD’ê projeya Neteweya Demokratîk ji xwe re esas girt û sîstema Rêveberiya Xweser di sazûmaniyên xwe de pêk anî.
Kongreya Star rola PYD`ê ya di qada siyasî, civakî û dîplomasiyê de bi bîr xist û bal kişand li ser rola PYD’ê ya di nava gel de û pêkanîna sîstema hevserokatiyê û pêşxistina pergaleke taybet a jinan.