Awat Reşîd: Divê civaka navnetwî ji bo rakirina tecrîdê zextê li Tirkiyê bike

Mamosta û nîvîskarekê bajarê Silêmaniyê derbarê tecrîdê de axivîn û gotin:
“Hêza Rêber Ocalan a fikrî û felsefeya wî ya azadiyê hişt ku dijmin roj bi roj zêdetir ji wî bitirsin.
Dijmin bi girtina Rêberê me Ocalan nikare şoreşa me têk bibe.
Erka me ye ku em hewl bidin û daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin.

Rêber Apo ji bo fikir û felsefeya xwe û azadiya gelê xwe, 25’salin di Girtîgeha Îmraliyê ya dewleta Tirk a dagirker de ye.

Di nav van salan de girtîgeh veguherand cihê çareseriya pirsgirêka Kurd û îsbat kir ku girtîgeh ji bo wî tê wateya nîşandana îrade û têkoşînkirinê.

Ev jî nîşan dide ku kitîla çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.

Têkildarî tecrîdê û girîngiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd, mamosta Awat Reşîd û nivîskar Berhem Kake Zalî axivîn.

Mamostayê bajarê Silêmaniyê Awat Reşîd diyar kir ku mafê Rêber Apo heye bi awayekî azad li ser axa welatê xwe bijî û got:

“Ez bang li civaka navnetwî dikim ku ji bo azadiya Birêz Ocalan zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin.

Dijmin bi girtina rêberê me Ocalan nikare şoreşa me têk bibe, Şoreş her tim, roj bi roj hîn zêdetir pêş dikeve.

Hêza Rêber Ocalan a fikrî û felsefeya wî ya azadiyê hişt ku dijmin roj bi roj zêdetir ji wî bitirsin.

Tevî girtina Rêber Ocalan jî fikir û felsefeya wî zêdetir belav bû.

Erka me ye ku em hewl bidin û daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin.”

Awat Reşîd: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê careke din pêvajoya aştiyê vejîne

Herwisa nivîskar û rewşenbîrê Silêmaniyê Berhem Kake Zalî jî anî ziman ku di ser girtina Rêber Apo 3 sal derbas bûn û got:

“Vê yekê bi serê xwe bandorek mezin li ser sistbûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kiriye.

Heta ku li Bakurê Kurdistanê azadiya bêşert û merc ji bo çalakvanên siyasî pêk neyê, dê pêvajoya aştiyê ewqas bi sistî bidome.

Rêber Ocalan jî yek ji sedemên herî mezine ku pêvajoya aştiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurde li Tirkiyê.

Pêvajoya aştiyê ji bo dewleta Tirk pêwîstiyeke girînge.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê careke din pêvajoya aştiyê vejîne.”

Back to top button