KJK’ê salvegera damezrandina xwe ya 19’an pîrozkir

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê bi boneya salvegera 19. a damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê got: Ji bo avakirina jiyana azad pêwîstî bi têgihiştinê heye. Ji bo cîhanekê bi rengê jinê û sîstemek konfederal a demokratîk a jinê pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye. KJK’ê bang li tevahî jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn kir beşdarî meşa bi rûmet û serkeftinê ya ji bo azadiya tevahî jinan kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina xwe ya 19’an pîrozkir.

Koordînasyona KJK’ê got:

“Weke Komalên Jinên Kurdistanê KJK em di savlegera 19’an a damezrandina xwe de ne.

Rêberê Konfederalîzma Demokratîk ku em gihand vê astê û hişmendiya azadiyê da me, Rêber Apo bi hezkirin silav dikin.”

“Sîstema kjk’ê sîstemeke welê ye ku tawîzê ji azadiya jinê nade”

Di daxuyaniya KJK’ê de hate ragihandin ku jin alternatîfa konfederalîzma demokratîk û modela jiyana azad destnîşan dikin û hate gotin:

“Li dijî her cûre sîstem, mejî û kiryarên bi serweriya mêr, ber bi jiyana azad ve gavê diavêje.

Bersiva jinê ya li pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn?’ dide.

Ji ber ku sîstema KJK’ê sîstemeke welê ye ku ji azadiya jinê tawîzê nade.

Li ser bingeha baweriya Rêberê me ya ji bo jinan KJK li her qada ku jin lê ne li ser bingeha pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê bi erk û berpirsyariyê rabû ku têkoşînê bilind bike û nirxên jinê mezin bike.”

KJK: Em di demeke dîrokî de ne ku ber bi şoreşa jinê ve dimeşin

KJK’ê diyar kir ku em di demeke dîrokî de jiyan dikin û wiha domand:

“Em di demeke dîrokî de ne ku bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin.

Em jinên Kurd bi îdîa ne ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê re bikin.

Di meşa zehmet û bi wate ya azadiya jinê de li ser bingeha pîvanên damezrandinê yên Komalên Jinên Kurdistanê KJK de em bi jinên cîhanê re dibin yek.”

KJK: Wezîfeya hemû jinan e ku vê pêngava azadiyê bi ser bixînin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê herî dawî diyar kir ku erka hemû jinan ew ku pêngava azadiyê mezin bikin û got:

“Em bi hemû hêza xwe tevlî kampanya ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd’ bibin. Wezîfeya hemû jinan e ku vê kampanyayê bi ser bixînin.

Bi vê wesîleyê em bang li jinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemûyan dikin ku vê meşa me ya bi rûmet, bi coş, bi serketinan têr û tijî mezin bikin, bang li jinên cîhanê hemûyan dikin ku tevlî vê meşa me bibin.”

Back to top button