Li nava Silêmaniyê teqîn: Ti ziyanek canî pêk nehatiye

Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê derbarê teqîna li Silêmaniyê de ragihand ku ti ziyanek canî çênebûye û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Danê nîvro li taxa Serçinar ya Silêmaniyê, bombeyek ku berê bi wesayîtekê ve hatibû cîkirin, teqiya.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, wesayît ya endamê berê yê rêveberiya YNK’ê Eta Serawî bû.

Derbarê bûyerê de Asyîşa Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Di teqîna saet 12:00 li taxa Serçinar pêk hatî de, ti ziyanek canî çênebûye.

Niha hêzên ewlekariyê, li cihê bûyerêne û lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Back to top button