Çalakî di roja 45. de dewam dike lê PDK cenazeyan nade malbatên wan

Ji 5’ê cotmehê ve çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine, dewan dike. Endamên Mecilesa navçeyên Mergeda û Şedadê beşdarî konê çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan.

Ev 2 roj in şêniyên navçeya Mergeda û Şedadê ji bo girtina cenazeyên şehîdan, li rex malbatên şehîdan yên li deriyê Sêmalka ne .

Di çalakiyê de Rûspiyê êla El-Cibûr ên Mergeda Hemed El-Zenûn bang rêxistinên mirovî kir ku zextê li PDK’ê bike da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Piştre rêveberê Meclisa navçeya Şedadê Besam Se’îd di konê çalakiyê got:

“Çalakiya me ya rûniştinê di roja 45’an dewan dike, her wiha ev çalakî wê dewan bike heta ku em cenazeyên şehîdan werbigirin.

Back to top button