Hizba Şuî Kurdistan: Sedema koça ciwan û welatiyan ji ber nebûna azadiyê ye

Hizba Şuî Kurdistan û Nivîskar û Hiqûqnas Ebûbekir Karwanî diyar kirin, ji ber ku azadî nîne û zext hene welatî ji Başûrê Kurdistanê direvin û diçin derve. Parlamenter Soran Umer jî da zanîn ku desthilata PDK’ê koçberan weke ‘terorîst’ bi navkiriye.
Komeleya Penaberan jî ragihand ku tenê di nava salekî de ji başûr 28 hezar kesan koç kiriye.

Bi hezaran penaber li ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mane û dixwazin berê xwe bidin welatên Ewrupayê.

Piraniya penaberan Kurd in û bi gotina wan ew ji ber nebûna azadiyê ji herêma Başûrê Kurdistanê reviyane.

Hizba Şuî Kurdistan ji bo balê bikişîne ser sedema koçkirina ciwan û welatiyên Başûrê Kurdistanê li ber Baregeha Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê çalakiyek li darxist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Sekreterê Yekitiya Lawan a Şaxê Hewlêrê Raber Mexdîd ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin sedemê koça welatiyên Başûrê Kurdistanê, Pêşîgirtina azadiyê û nebûna dadweriyê ye.

Nivîskar û Hiqûqnas Ebûbekir Karwanî jî derbarê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Sedema koça ciwanan gendelî û nedadperweriya li herêmê ye.”

“Hikumeta PDK’ê koçberên ji ber zext û zordariya wan reviyane weke terorist bi nav kirine”

Li aliyê din Hikumeta PDK’ê ji bo sûcên xwe yên li dijî gel binixûmînin, welatiyên ku ji ber zext û zordariya Hikumetê reviyane hewl didin wan weke sûcdar nîşan bidin.

Parlamenterê Kurd Soran Umer derbarê helwesta Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî penaberên Kurd ên ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mane, agahiyên girîng parvekir.

Soran Umer li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya nûnertiyên xwe, ji welatên Ewrupayê re name şandiye.

Soran dibêje, Hikmeta Herêmê di nameya xwe de koçberên Kurd yên ser sînorê Belarus û Polonyayê, weke terorîst û sucdar binav kiriye.

Komeleya Penaberan: Di nava salekê de 28 hezar kesan ji Başûr koç kirin e

Li aliyê din, Komeleya Penaberên ji Ewrupayê Vegeriyane bi daxuyaniyekê bilançoya koçberiyê ya di nava salekî de eşkerekir.

Serokê Komeleyê Bekir Elî ragihand ku ji sala 2021’an ve ji Başûrê Kurdistanê, 28 hezar kesan ber bi welatên Ewrupayê ve koç kirine.

Hate gotin ku ji vê hejmarê, 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û 670 kes jî hatine binçavkirin.

Bekir diyar kir ku Rêjeya koçberiya welatiyan ya ber bi welatên Ewrupayê ve metirsiyeke mezin e û dibêje:

“Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo rawestina koçberiyê, xwedî bernameyek lezgîn be û daxwazên welatiyan bicihbîne.”

Back to top button