Iraq û Amerîkayê peymanek ji bo hilberîna elektrikê îmze kir

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya serdana Serokwezîrê Iraqê ya ji bo Emerîkayê de, peymanek derbarê zêdekirina rêjeya hilberîna elektrîkê bi 3 hezar megawatt ji bo Iraqê li gel kompanyaya General Elektrîk-GE hatiye îmzakirin.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Musa bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezareta Elektrîkê ya Iraqê peymanek nû li gel kompanyaya General Elektrîc (GE) ya Emerîkayê îmza kir.

Bi vî peymanê re dê rêjeya hilberîna elektrîka ji bo Iraqê bi 3 hezar megawatt were zêdekirin.

Her wiha hate diyarkirin Iraq salane 4 milyar dolar ji bo hawirdekirina gazê xerc dike û gaza Îranê jî ji sêyan yekê pêwîstiya Iraqê pêktîne.

Hate destnîşankirin ku hikûmet niha hewl dide girêdanbûna xwe ya bi hawirdekirina gaza Îranê ve kêm bike.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîstiya welatiyên Iraqê ji bo Iraqê niha gihiştiye 42 hezar megawat, lê hilberîna elektrîkê 27 hezar megawate, li gorî vê salane pêwîstî bi zêdekirina çend hezar megawat elektrîkê heye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Wezîrê Elektrîkê pêngavek mezin ji bo ronîkirina hemû kolan û cedên Bexdayê daye destpêkirin û tê payîn heta nîva sala 2024’an ev xebat temam bibe.

Li gorî peymana ku ji aliyê Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê Ziyad Elî Fazil ve bi serpereştyariya Mihemed Şiya Sudanî li gel kompanyaya GE hatî îmzakirin, wê 18 îstasyonên elektrîkê werin zêdekirin û bi vê ve dê elektrîka niştîmanî ya ji bo Iraqê 3 hezar megawat were zêdekirin.

Hêjayî gotinêye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel şandeyek pilebilind, 6 rojin li Emerîkayê ye û li gel berpirsên wî welatî hevdîtin û civînan pêktîne.

Her wiha gelek lihevkirin li gel kompanyayên Emerîkayê jî bi taybet di warên aborî, leşkerî, enerjî û hinek mijarên din ên giring de îmzakirin.

Back to top button