HPG nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerlîayeke YJA starê ku 7’ê Nîsanê ji ber lehiyê şehîd bû eşkere kir.
HPG’ê got, Hevrê Berjîn ji çiyayên kurdistan ta bi rojava bakur û rojhilatê Sûriyê di her qadê de têkoşiyan, tola gelê me û bi taybetî ya jinan hilanî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerlîayeke YJA starê eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku hevriya wan Berjîn Canda li herêma Xakurkê di 7’ê Nîsanê de di encama lehiya ku ji ber barana zêde de pêk hatî ket Ava Lolanê û şehîd bû.

HPG’ê têkildarî kestaye û têkoşîna şehîd Berjîn ev nirxandin kir:

Hevrêya me Berjîn li navçeya Xinis a Erzîromê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Ji bo vê jî partiya me PKK’ê di temena xwe ya biçûk de nas kir.

Şehadeta yek ji kadro û damezrînerên pêşeng ên Partiya me Sara -Sakîne Cansiz û hevrêyên me Rojbîn û Ronahî, bandor li hevrêya me Berjîn kir.

Ji ber vê yekê biryardariya têkoşînê hevrêya me Berjîn xurttir bû.

Li ser vê bingehê piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Rojava komkujî kirin, di sala 2015’an de berê xwe da Rojava û li dijî çeteyan tevlî berxwedana destanî bû.

Li ser vî esasî tevlî gelek hemleyan bi taybetî li Hesekê û Şedadê bû û pêşengî kir.

Bi tevlîbûna xwe ya wêrek a di pêvajoya şer û bi jêhatîbûna xwe ya taktîkî hêz da hemû hevrêyên xwe yên bi wan re şer kir.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn hevrêya me Berjîn ji bo derbasî çiyayên Kurdistanê bibe ku hesreta wê bû gelek israr kir.

Li çiyayên kurdistanê jî bi vê hizra bêhempa tevlî xebatên pratîkî bû û di hemû xebatan de serkeftin esas girt.

Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê pêkanîna fikrên Rêber Apo weke erka xwe ya sereke pejirand û li her derê di çarçoveya vê yekê de helwesta xwe nîşan da.

Weke hevrêyên wê yên têkoşînê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêya me Berjîn re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye.

Nasnav: Berjîn Canda
Nav paşnav: Zelal Yilmaz
Dayik: Gulten
Bav: Bahattîn
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Dem û cihê şehadetê: 7 Nîsana 2024/Xakurkê

Back to top button