Amerîka endamtiya Neteweyên Yekbûyî ya Filîstinê red kir

Amerîka endamtiya Neteweyên Yekbûyî ya Filîstinê red kir û Îngîlîstan û Swîsreyê jî bê alî man.
Ji hêla Fîlîstinê ve nêzîkatiya Amerîkayê hat şermezarkirin û ev yek weke êrîşkariya li dijî gelê Filîstinê hat nirxandin.
Amerîka jî di nirxandinê xwe de anî ziman ku ev rewabûn divê bi peymana Îsraîl û Filistînê pêk were.

Li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ji bo endamtiya Neteweyên Yekbûyî ya Filîstinê pêşnûmeya biryarnameyê dengdan hat kirin.

Di dengdanê de Amerîka endamtiya Filîstinê red kir û 12 welatan erê kir, Înglîstan û Swîsreyê jî bêalî man.

Piştî dengdanê Filistînê helwesta Amerîkayê şermezar kir.

Filîstin: Nêzîkatiya Amerîka ji bo domandina şerê qirkirinê wêrekiyê dide

Di daxuyaniya Ofîsa Lîderê Filistînê Mehmûd Ebas de wiha hat gotin:

“Nêzîkatiya Amerîka ya li dijî gelê Filîstinê û mafên wê yê rewa bi awayekî eşkere erîşkariya wê diyar dike.

Ev nêzîkatî ji bo domandina şerê qirkirinê wêrekiyê dide.”

Nûnerê Filistînê ya li Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansur jî diyar kir ku vetoya Amerîkayê dê nikare îradeya gelê Filistînê bişkîne û biryardariya wê bide sekinandin.

Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku piştî dengdayînê rojeke xemgîn derbas kirine, ji vetoya Amerîkayê bêhêvî bûne û bi vî wayî xeyalên gelê Filîstinê têk çûye.

Amerîka: Divê cihê naskirina dewleta Filîstinê ne NY be

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku yek ji 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye, beriya dengdanê peyam dabû ku ew ê li dijî pêşnûmeya biryarê derkevin.

Waşîngton bi nêrîna ku Neteweyên Yekbûyî ne cihê guncaw e ku dewleteke Filistînê bi fermî nas bike, di wê baweriyê de ye ku ev rewabûn divê bi peymana Îsraîl û Filistînê pêk were.

Amerîkayê di gelek dengdanên berê de ji bo berjewendiyên hevalbendê xwe Îsraîl mafê xwe yê vetoyê bi kar aniye.

Di daxuyaniya xwe ya piştî dengdanê de Cîgirê Balyozê Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Robert Wood anî ziman ku welatê wî bi israr piştgiriya çareseriya du dewletî dike.

Çareseriya du dewletî ya mijara gotinê avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ye ku bi Îsraîlê re bi hev re bijî.

Back to top button