Hevdîtina Îran û Urdinê

Wezîrên Karên Derve yê Îran û Urdinê li Amerîkayê hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê de bi taybet êrîşên Îsraîlê li ser rewşa Xezayê hat gotubêjkirin.
Abdullahiyan bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û welatên endam ji bo rawestandina van êrîşan tevbigerin.
Safadî rewşa Filistînê bi “dijwar û tevlihev” bi nav kir û anî ziman ku Urdun bi tundî li dijî her hewlek ji bo bicihkirina Filistîniyan li welatên cîran e.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El-Safedî li hevdîtina New Yorkê li ser geşedanên dawî yên Filistînê û mijarên dualî û navçeyî gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê Abdullahiyan li Amerîkayê bi hempîşeyê xwe yê Urdinî Safadî re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdullahiyan dê beşdarî civîna “Rojhilata Navîn” a li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di asta wezîran de tê lidarxistin bibe.

Ebdullahiyan amaje bi wê yekê kir ku piştevaniya Amerîka bo Îsraîlê û nexwestina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo bidawîkirina êrîşan sedema sereke ya berdewamiya jenosîda li dijî Filistîniyan e û got:

“Divê civaka navdewletî bi taybetî welatên îslamî bikevin nava tevgerê û hewlên xwe berdewam bikin û dawî li vê qirkirinê bînin.”

Ebdullahiyan: Divê civaka navneteweyî êrîşên Îsraîlê rawestînin

Ebdullahiyan diyar kir ku êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê di çarçoveya parastina rewa de li hember êrîşa li dijî avahiya konsulxaneya wî welatî li Şamê hatiye kirin .

Her wiha Ebdullahiyan da zanîn ku wan bi awayeke “dûr û hesabkirî” navendên leşkerî û istixbaratî kirine armanc.

Abdullahiyan bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û welatên endam ji bo rawestandina van êrîşan tevbigerin.

Safadî: Urdinê li dijî koçberkirina gelê Filîstinê ye

Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Safadî diyar kir ku meseleya Filistînê ji bo welatê wî pir girîng e û ji bo dawî anîna êrîşên ku li ser Xezayê dewam dikin dê xebatên xwe bidomînin.

Safadî rewşa Filistînê bi “dijwar û tevlihev” bi nav kir û anî ziman ku Urdun bi tundî li dijî her hewlek ji bo bicihkirina Filistîniyan li welatên cîran e.

Back to top button