Li Ukraynayê navenda Zaporozhiya a nukleerî dîsa bû armanca êrişê

Tevî hişyarî û nerazîbûnan jî navenda nukleerî Zaporojiya careke bû armanca êrişê. Mîna a beriya niha, Mosko û Kiev dîsa hev tawanbar kirin. Di vê navberê de hat ragihandin ku li herêma Qirimê, ambareke cebilxaneya Rûsyayê rûxandine. Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygo diyar kir ku ti pêweîstiya bikaranîna çekên nuleerî li dijî Ukraynayê tine ye.

Zaporojiya li ser asta Ewrûpayê mezintirîn navenda nukleerî ye û ji destpêka şerê Ukraynayê ve ket bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Beriya demekê li dijî vê navendê êrişa bi moşekan pêk hat.

Herdû aliyê şer, yanî Rûsya û Ukraynayê ji ber êrişê hev tawanbar kirin.

Û doh careke din derdora navenda nukleerî hat topbarankirin.

Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku artêşa Rûsyayê navenda Zaporojiya veguherandiye baregeha êrişan û ev hişyarî da:

Eger hêzên Rûsya wiha dewam bikin, wê bibin armanca yekîneyên me ên taybet.

Ji aliyê xwe ve rayedarê Rûsya ê li herêmê Vladîmîr Rogov îdîa kir ku 25 topên M-777 howitzer (Em 777 Hawtzer) ên Amerîkî li derdora navenda nûkleerî ketine.

Kîev: Navenda cebilxaneyaRrûs li Qirmiê hate teqandin

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand li herêma Qirimê, navendeke cebilxaneyê hatiye teqandin.

Li gorî îdîaya wezaretê di bûyerê de zerarên mezin çênebûne.

Hefteya derbasbûyî jî li Qirimê teqînên mezin pêk hatin lê Ukrayna berpirsiyarî ne girt ser xwe.

Li herêma Lohanskê jî baregeheke leşkerî ya hêzên Rûs bû armanca êrişê.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê diyar kir ku baregeha bûye armanc a komên Wagnerê ye.

Back to top button