Birîndarên êrişa Kobanê: Dewleta Tirk nikare îrada me têk bibe

Dewleta Tirk a dagirker bi hovîtiya xwe ya li ser sivîlan dixwaze îradeya gelan bişkîne û xeyalê Osmaiya nû pêk bîne.
Ji ber vê yekê her roj sivîlan dike hedef.
Lê îradeya gel a ku bi fikrê Rêber APO hatiye pewerde kirin, ti carî naşke û bê hêvî namîne.
Ev gotinên birîndarên êrişa Kobanê ne.

Helîme Mihemed a dayîka 5 zarokan û hevjînê xwe Elî Mistefa Osman birîndarên êrişa doh êvarî a balafirên bêmirov in.

Herdû welatî li ser riya Enbetê ya bajarê Kobanê bûn hedefa êrişa dewleta tirk a qirker.

Helîme Mihemed bi van gotinan bal kişande ser êrîşa hovane:

“Dema em ji serdana mirovên xwe vedigeriyan ez û hevjînê xwe rastî êrîşên dewleta Tirk hatin”

Birîndarên êrişa Kobnaê: Em ê li ser axa xwe têkoşîna xwe bidomînin

Helîme Osman dibêje her çendî dewleta Tirk êrîşî me bike jî wê nikaribe îradeya me bişikîne.

Elî Mistafa Osman jî behsa êrîşê kir û got em li ser axa xwe jiyaneke hevbeş û aram dijîn, lê dewleta Tirk a dagirker her carê bi şêwazekî cuda dixwaze vê aramiyê xira dike.

Kongra Star: Her têkoşîn xurt dibe êrîş zêde dibin

Ev êrişên dagirkeriya Tirk rastî nerazîbûna xelkên herêmê hat.

Kongra Star ya bajarê Kobanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk diyar kir ku her têkoşîna jin û rêxistinbûyina wê mezin dibe, êrîşên dijî wê zêdetir dibin.

Kongra Star bang li jiinan kir ku asta hevgirtin û têkoşîna xwe xurtir bikin û bi hev re bighin azadiya xwe.

Şehba-Rêxistina Sara bêdengiya li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Bi heman armancê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê a Şehbayê jî, bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Hate diyarkirin ku “Her tim pêşengên şoreşê dibin hedef, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xuya nekin.”

Dawiyê bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî van êrişan bisekinin.

Back to top button