TJK-E li dijî tecrîdê dest bi kampanya şandina nameyan ji bo CPT’yê kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda li îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan ji bo CPT kir.
Kampanya wê 19’ê Nîsanê li Ewropayê destpê bikin û bi rêya saziyên jinan name ji CPT re bêne şandin.

Gelê Kurd û dostên xwe bi salane ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û agahîgirtinê bang li ser bangan li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) dikin.

Lê tevî vê jî heta niha CPT bi erka xwe ranebûye û dirûtiya xwe dimeşîne.

TJK-E’yê got: Em ê jiyaneke bê rêbertî ti carî qebûl nekin

Li hemberî bêdengiyê, helwesta li dijî CPT û xebatên ji bo eşkerekirina rewşa rêber Apo jî bê rawestanin.

Ji ber vê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan ji bo CPT’ê kir.

TJK-E’ê got, “Em jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin.”

TJK-E: Li Îmraliyê îşkence heye, CPT vê ji nedîtîve tê

Lewma di vê çarçoveyê de TJK-E jî pêngaveke nû ragihand û got:

“Li îmraliyê hewildanê îzolekirina Rêber Abdullah Ocalan heye.

Lê CPT bir erka xwe ranabe.

Ji ber lewaziya CPT, girtîgehên li Tirkiyê veguherîne navendên êşkenceyê.

Divê CPT raporên rasteqîn bi raya giştî re parve bike û tifaqa AKP-MHP a faşîst ku berpirsyarê van pirsgirêkan e bê darizandin.

Saziyên jinan ji bo zelalkirina rewşa Îmraliyê wê ji CPT re name bişînin

TJK-E di daxuyaniyê de têkîdarî pêngavê ev tişt got:

“Di qonaxa 2’emîn a pêngavê de, em ê îro 19’ê Nîsanê bêde, ji Ewropayê destpê bikin û bi rêya saziyên jinan, nameyan ji CPT re bişînin.

Bi rêya nameyên ku her roj ji bajarekî cuda bêne şandin, em ê erk û berpirsyariyên CPT li bîra wê bixin û bikin ku li aliyê mafên mirovan helwestê nîşan bide.”

Back to top button