Talîbanê rêveber jî di nav de 1897 karmendên xwe ji kar derxist

Li Efxanistanê niha serdema Talîbanê ye. Hikumeta Talîbanê bi îdaya nav û deshilata wan binpê kirine dawî li karê 1895 endamên xwe anî. Di nava van kesan de rêveber jî hene.

Alîkarê Berdevkê Hikûmeta demkî ya Talîbanê Înamullah Samanganî di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku proseya ji kar dûrxistina endamên Talîbanê yên ku nav û desthilata Talîbanê binpê kirine dewam dike.

Samanganî da zanîn ku heta niha bi giştî 1895 endamên Talîbanê ji kar hatine dûrxistin û got;
Di nav wan kesên ku ji kar hatine avêtin de hinek rêveberên Talîbanê yên li parêzgehan jî hene.

Samanganî tekez kir ku hin ji endamên Talîbanê yên ji kar hatine dûrxistin hatine binçavkirin û lêpirsîna hin ji wan jî didome.
Samanganî diyar kir ku ev pêvajo ji aliyê Komîteya Paqijiyê ve hatine meşandin.

Piştî ku rêveberiya Talîbanê di 7’ê Îlonê de li Efxanistanê hikûmeta demkî ava kir, komîsyonek ji bo paqijkirina navxwe ava kir û ragihand ku wan dest bi xebatê kiriye.

Ji aliyeke din ve rêberê Talîbanê Mela Hibetullah Axundzade di daxuyaniyekê de roja 4ê Mijdarê de bang li fermandarên Talîbanê kiribû ku “li nava refên xwe binerin, wan kontrol bikin û sîxuran tune bikin”.

Back to top button