“PDK hewl dide proseya hilbijartinê ber bi ne zelalî ve bibe”

Hemû partî û aliyên li Başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê, ji bo hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê amade ne.
Rojnamevan Mihemed Osman li ser vê ragihand ku PDK hewl dide proseya hilbijartinê ber bi ne zelalî ve bibe û got:
“Ger hilbijartin were paşxistin, wê baweriya civaka navneteweyî û welatiyên Herêmê ji dest biçe.”

Amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku biryare di 10’ê Hezîranê de were lidarxistin, berdewamin.

Her hemû alî û partiyên Başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê nav û hejmarên xwe diyarkirine û ji bo hilbijartinê amade ne.

Rojnamevan Mihemed Osman di derbarê proseya hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û amadebûna alî û partiyan de axivî.

Mihemed Osman diyar kir ku aliyek dixwaze desthilata xwe li ser hilbijartina Başûr de ferz bike û got:

“PDK hewl dide proseya hilbijartinê ber bi ne zelalî ve bibe.

Partiyek heye ku di lîsteyan de dengên wê pir in û dixwazin hêza xwe li ser hilbijartinan ferz bikin û weke hilbijartinên berê, ev hilbijartin jî paqijiya xwe winda bike.”

Mihemed Osman: Ti hincet li pêşiya pêkanîna hilbijartinan bibe asteng nîne

Osman anî ziman ku ti hincetek nîne ku hilbijartin were paşxistin û wiha domand:

“Dibe hilbijartin were paşxistin ku cîgirê serokê PDK’ê xwe paşxistiye.

Lê gelo paşxistina hilbijartinê yekparçebûna hilbijartina li herêmê garantî dike yan na, ger garantî hebe, hemû alî amade ne ku hilbijartinan paşve bixin.

Em piştrast in ku ger hilbijartin di dema xwe de bê kirin, dê zêdetir piştgirî ji gel û civaka navdewletî werbigire.”

Mihemed Osman: Ger hilbijartin were paşxistin wê baweriya civaka navneteweyî û herêmî ji dest biçe

Rojnamevan Mihemed Osman destnîşan kir ku YNK pabendî dema ji bo pêkanîna hilbijartinan hatî diyarkirine, da ku baweriya xelkê winda nebe û got:

“Ger hilbijartin were paşxistin, wê baweriya civaka navneteweyî û welatiyên Herêmê ji dest biçe.”

Back to top button