Baregehek ya Heşda Şebî hat bombebarankirin

Hat ragihandin, şeva borî li Bakurê Babilê baregehek leşkerî ya Heşda Şebî bi muşekan hat bombebarankirin.
Hat gotin di encama êrişê de kesek hat kuştin û heft kes jî birîndar bûn.

Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Babilê bi daxuyaniyek ragihand, şeva borî di saetên dereng de baregeha leşkerî ya Heşda Şebî a bi navê Kalsu bi muşekan hat bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişê kesek hatiye kuştin û heft kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat diyarkirin li baregeha hatî bombebarankirin, depoyek a çek û teqemeniyan jî hebû.

CENTCOM: Emerîkayê şeva borî li nava xaka Iraqê de ti êrişek pêkneaniye

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê CENTCOM jî têkildarî êrişa ku duh bi şev li Babilê li dijî baregehek Heşda Şebî çêbûyî daxuyaniyek da û ragihand ti peywendiya wan bi êrişê re nîne.

CENTCOM’ê got: “Hinek nûçe û zanyarî hatine belavkirin ku hêzên me êrişî baregehek leşkerî ya li Iraqê kirine.

Ev nûçe dûrî rastiyê ne. Emerîkayê şeva borî li nava xaka Iraqê de ti êrişek pêkneaniye.”

Back to top button