Li Hesekê QSD’ê 38 kes bi gumana DAIŞ’ê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li Hesekê di operasyonekê de 38 kes ku guman hene endamên şaneyên DAIŞ’ê ne girtin û bi wan re gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

“Hêzên operasyonên leşkerî yên taybet ên QSD’ê, Yekîneyên Parastina Jin-YPJ û Hêzên Asayîşê , vê sibê operasiyoneke berfireh li taxên bajarê Hesekê li dar xist.

Di operasyonê de 38 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ’ê ku hewl didan li dijî şêniyên bajêr gelek êrîşên terorîstî pêk bînin hatin girtin.

Her wiha miqdarek çek û cebilxane ku bi wan re bûn hatin desteserkirin.”

QSD’ê tekez kir ku ew ê li pey bermahiyên şaneyên mayî yên DAIŞ’ê bin û bişopînin û çi kesê ku hewl bide ewlehî û aştiya sivîl têk bibe, dê were cezakirin.

Back to top button