Li Kobanê şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn

Di 2’emîn salvegera şehadeta Dilara, Ronahî û Kobanê de li Kobanê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.
Di merasîmê de soza tolhildanê û berxwedanê hate dayîn.

Di 20’ê Nîsana 2022’an de di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de her sê jinên berxwedêr Ronahî Kobanê, Dilara Heleb û Kobanê şehîd bûn.

Îro her sê şehîdên têkoşer di 2’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Li wir Cîgira Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got:

“Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê re xeta xwe ya azadiyê berdewam kir.

Îradeya jin di her warê jiyanê de ji aliyê desthilatdariyê ve jî tirsek e.

Lewma jî dewleta Tirk ji wan serkeftinên dîrokî yên jin ditirse û wan dike hedef.

Li Şehba cenazeyê 2 şervanên HRE’ê hat pêşwaz kirin

Li Şehbayê jî gel pêşwaziya du cenazryê şervanên HRE ‘ê şehîd Cûdî Reşo û Cûdî Geber kirin.

Her dû şehîd 30’ê Çileya 2024’an de di çalakiya gundê Basilê de Şehîd bûbûn.

Back to top button