Partiya Sûriya Pêşerojê wê tev li hilbijartina şaredariyan bibe

Piştî PYD û Kongira Star, Partiya Sûriya Pêşerojê jî ragihand ku wê beşdarî hilbijartina şaredariyê bibe.
Partiya Sûriya Pêşerojê diyarkir ku ew amade ye bi partî û hêzên din re hevalbendiyê çêke.

Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê piştî 40 rojên din wê hilbijartina Şaredariyê pêk bê.

Bi nêzbûna dema hilbijartinê re, partî û rêxistinên beşdarî hilbijartinê bibin jî rengê xwe diyar dikin.

Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Partiyê di civînê de ragihand ku ew ê tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan ên li herêmê bibe.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş û hevseroka partiyê Kewser Doko li pêşiya avahiya partiyê ya li Reqayê daxuyanî da.

Endamên Meclisa Giştî ya partiyê di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Hevserokên Partiyê dan zanîn ku beriya hilbijartinê wê ji bo namzetên xwe hilbijartina pêşwext pêk bînin û ev bang kir.

“Em bang li heval û endamên xwe dikin ku tev li pêşhilbijartinên partiyê bibin.”

Partiya Sûriya Pêşerojê: Em ji bo hevalbendiya di hilbijartinê de amade ne

Partiya Sûriya Pêşerojê eşkere kir ku ew ji hevalbendiya bi partî û rêxistinên din re jî amade ne û wiha got:

“Em ji tevahî partî û hêzên siyasî re vekirî ne.

Dikarin di blokekê de tev li hilbijartinan bibin.

Bi tevlêbûna hilbijartinan û dengdanê re, em ê dest bi pratîkê bikin û demorasiya rast bi dest bixin.”

PYD Û Kongra Star di nava hevalbendiyê de beşdarî hilbijartinê dibin

Beriya niha jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Kongra Star jî ragihandin ku ew ê di hilbijartinê de, bi hevalbendî (tifaq) beşdar bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê 30’ê Gulanê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartina Şaredariyan pêk were.

Tê payîn di nava rojên pêş de, partiyên beşdarî hilbijartinê bibin nav û lîsteya namzetên xwe radestî Komisyona Bilind a Hilbijartinê bikin.

Back to top button