Gelê herêmê ji bo şikenadina tecrîda li dijî Rêber Apo di nava çalakiyan de.
Pêkhateyên Minbicê bi girseyî daketin kolanan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Hate gotin: “Fikrê Rêber Apo yê ku dixwestin bi rêya komployê têk bibin, niha li her devera cîhanê belav bûye.”
Tecrîd berdewam e û CPT jî wekî ku tê xwestin bi erkê xwe ranebe û rewşa Rêber Apo zelal nakin.
Li hemberî vê yekê, qêrîna banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî li herî cihî bilind dibe.
Dijî bêhiqûqiya li îmralî, i her devera cîhanê û bi taybet li herêmê çalakiyên cur bi cur ji bo eşkerekirina rewşa Rêbertî û dawîanîna tecrîdê têne lidarxistin.
Şêniyên Minbicê bi vê armancê îro li hev kom bûn û meşeke girseyî lidar xistin.
Endamên Rêveberiya Xweser, deste, sazî, rêxistinên jinan û şêniyên Minbicê û gundewarêûn wê tevlî meşê bûn.
Meş ku ji pêşiya nexweşxaneya Firat dest pê kir, li çerxerêya Sebi Behrat veguherî mitingê.
Li vir gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:
”Fikrên Rêber Apo li her devera cîhanê belav bûye”
“Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bêdengkirina kesên banga biratiya gelan û azadiya mirovahiyê dike, hate pêk anîn.
Hêzên kapîtalîst bi dîlgirtina Rêbertî xwestin projeya wÎ ya demokratîk têk bibin, lê belê em niha dibînin ku ev proje û fikrên wî yên azad li seranserî cîhanê belav bûye.”
Hate diyarkirin ku ew ê wekî pêkhateyên Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo liber xwe bidin û çalakiyên xwe dewam bikin.