Derbarê Hilbijartinên 30’ê Gulanê de tifaqa Kongra Star û PYD ê daxuyaniyek dan

Di çarçova amadekariyên der barê hilbijartinan de, tifaq Kongra STAR û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD’ê daxuyaniyek hevpar dan û gotin:
“Pêkanîna hilbijartinan di demeke alozî û êrîşan de nîşaneya îsrarê ye.
Beşdarbûna Kongra Star bi tifaqa PYD’ê re dê bibe mînaka yekem di herêma me de.
Banga me ji bo endam û alîgirên me heye ku beşdarî hilbijartinên amadeyî bibin.”

Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dê di 30′ Gulana 2024’an de hilbijartinên şaredariyan pêk bê.

Di çarçova amadekariyên der barê hilbijartinan de, tifaqa Kongra STAR û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê daxuyaniyek hevpar dan.

“Pêkanîna hilbijartinan di demeke alozî û êrîşan de nîşaneya îsrarê ye”

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku li gor Peymana Civakî û Zagonê Rêvebiriya Xweser dê hilbijartina meclisên şaredariyan ji hêla gel ve çêbibe û wiha hat gotin:

“Em wekî PYD’ê û rêxistina Kongra star derbarê makanîzmeya destnîşankirina namzetan û amadekirina lîsteyên hevbeş de bi armanca avakirina şaredariyeke demokratîk gihîştin lihevkirinê.

Ji ber pergala navendî a rêjîma Sûrî, rêveberên xwecihî hatibûn paşguhkirin û pûçkirin.

Lewma pêşxistina çanda demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Di demeke ku alozî û êrîş li dijî Rêvebiriya Xweser bi pêş dikevin, pêkanîna hilbijartinên şaredariyan di pêşixistina pergala demokratîk de nîşaneya îsrarê ye ku xwe dispêre vîna gelan.”

Wê PYD û Kongra Star beşdarî hilbijarinê 30 Gulanê bibin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê PYD û Kongra STAR beşdarî hilbijarinê 30 Gulanê bibin û wiha hat gotin:

“Ew jî bi rêya tifaqa ku xwe dispêre rêgezên şaredariya civakî, demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê.

Beşdarbûna Kongra Star bi tifaqa PYD’ê re bi navê xwe dê bibe mînaka yekem di herêma me de.

Bi vî rengî wê Kongra Star di şoreşa civakî de gaveke nûbavêje ku wê jin bi nasnameya xwe û rêxisitina xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Ev tifaq ji bo hemû partî û rêxistinên civakî ên ku bixwazin beşdar bibin, vekiriye.

Em ê dema hilbijartinên amadeyî ên ku dê çêbibin, di demeke pêş de ji hêla rêxistin û şaxên xwe ve ragihînin.”

“Banga me ji bo endam û alîgirên me heye ku beşdarî hilbijartinan bibin”

Di dawiyê de ev bang hat kirin:

“Banga me ji bo endam û alîgirên me heye ku beşdarî hilbijartinên amadeyî bibin.

Dêmek şaredariyê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe mînaka ku vîn û daxwaza gelê me biteyisîne.”

Back to top button