Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê her kes di asta seferberiyê de xwe amade bike û beşdarî vê pêvajoya nû ya berxwedanê bibe û got:
“Ji bo ku deshilatdariya xwe bidomîne şer, êrîş, zext û zordariya wê pêk bîne.
Divê em di vê êrîşa dawî ya gengaz de faşîzma AKP-MHP‘ê bifetisînin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya televîzyona Medya haberê bû, tecrîda li Îmraliyê, pêngava azadiyê ya li hemberî vê yekê nirxand.
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Ev 37 meh in tu agahî ji Rêber Apo tune ye.
Divê em vê rewşê tenê weke kiryarên dewleta Tirk, AKP û MHP’ê nebînin.
Belê, berpirsyariya vê yekê dikin, lê saziyên din jî ji vê yekê berpirsyar in.
Di vî warî de em dikarin vê bibêjin; divê em her roj têbikoşin. Divê her Kurd di nava çalakiyan de be. ”
Dûran Kalkan: Divê em di vê êrîşa dawî ya gengaz de faşîzma AKP û MHP’ê bifetisînin
Dûran Kalkan diyar kir dewleta Tirk ji bo ku deshilatdariya xwe bidomîne wê êrîş bike û got divê her kes xwe di asta seferberiyê de amade bike û domand:
“Yekemîn tişta ku divê AKP bike ew e ku îstifa bike.
Di warê leşkerî û siyasî de însiyatîf wenda kir û derbeyek xwar.
Ji bo ku deshilatdariya xwe bidomîne şer, êrîş, zext û zordariya wê pêk bîne.
Divê em di vê êrîşa dawî ya gengaz de faşîzma AKP-MHP’ê bifetisînin.
Divê em vê yekê bibêjin û ji bo vê jî divê her kes di asta seferberiyê de xwe amade bike û beşdarî vê pêvajoya nû ya berxwedanê bibe.”
Dûran Kalkan: Projeya me ya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku projeya wan çareseriya Konfederalîzma Demokratîke û banga gel kir û got:
“Em li dijî şerên berjewendparêz, emperyalîst, dagirkerî û qirkirinê ne.
Li gorî me projeya çareseriyê têkildarî xweseriya demokratîk konfederalîzma demokratîk e.
Bila gel rê nedin dewletên yekparêz, dîktatoriyên netewedewletparêz û zilmker.
Banga me girêdayî vê esasê ye.
Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk û yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bi hemû hêzan re em ê heya ji me tê têbikoşin.