Şêniyên navçeya Amûdê derbarê tecrîdê de axivîn û anîn ziman ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka tevahî azadîxwazan e û got:
“Divê her kes xwedî li fikrên wî derkeve û çi ji wan tê xwestin bikin.”
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî li hember tecrîda li ser Rêber Apo û tenduristiya wî bi fikar e.
Şêniyê bi navê Mihemed Seîd Ferso yê ji navçeya Amûdê anî ziman ku deshilatdariya Tirk ji fikrên Rêber Apo ditirse, û tecrîdeke giran dike û got:
“Em bêwestan dadikevin qadan ji bo ku vê tecrîdê şermezar bikin û Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin.”
Şêniya bi navê Îlham Hisên jî da zanîn ku divê ciwan û dayîkên gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşin û got:
“Xwedî derketina li Rêber Apo xwedîderketina li hebûnê ye.
Ji ber wê divê her kes li dora fikrê wî bicivin.”
Şêniya bi navê Salihe Mistefa jî tecrîd şermezar kir û got:
“Em ê bê westan tê bikoşin û çalakiyan li dar bixin ji bo ku dengê xwe bigihînin rêxistinan û hember sûcên dagirkeriyê bisekinin.”