Li Îmraliyê di her warî de bêhiqûqî heye

Alîkarê Serokatiya Giştî ya Parêzerên Sînornenas, ji Parêzerên Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildara asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê axivî.
Parêzer Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got:”Tecrîd şêwazê mirina demdirêj e.
Hemû dewletên ku tecrîdê pêk tînin, divê ji ber sûcê êşkenceyê bên darizandin.”

Zêdeyî 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin.

Mafê Rêber Apo ê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi temamî hatiye desteserkirin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa CPT ku yekane rayeya çûyîna Îmraliyê di destê xwe de digire, bi helwesta xwe dibe sedem ku tecrîda Îmraliyê hîn kûrtir bibe.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya Parêzerên Sînornenas, ji Parêzerên Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildara asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê axivî.

Etîenne Lesage: Tirkiye divê ji ber sûcê êşkenceyê were darizandin

Parêzer Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dermirovî ye û got:

“Ev tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Tirkiyeyê ev peyman hem îmze kiriye, hem jî ew bi xwe welatekî endamê Konseya Ewropayê ye.

Lewma ev pratîka Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina vê peymanê.”

Etîenne Lesage: Divê edaleta navneteweyî helwest nîşan bide

Parêzer Etîenne Lesage anî ziman ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên li hemberî Rêber Apo, di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî binpê dike û got:

“Edaleta navneteweyî divê bêyî ku rû bi rûyê zexteke dîplomatîk bimîne, vê binpêkirinê bîne ziman û bi bîr bixe.

Ev girtîbûna Abdullah Ocalan û ev tecrîd dermirovî ye û muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî weke êşkenceyê ye. Hemû dewletên ku tecrîdê pêk tînin, divê ji ber sûcê êşkenceyê bên darizandin.”

Etîenne lesage: helwesta CPT’ê ya ji bo Îmraliyê xumamî ye.

Parêzer Etîenne helwesta CPT’ê jî ya ji bo Îmraliyê nirxand û ev bang kir:

“Helwesta CPT’ê ya ji bo Îmraliyê xumamî ye. Ji ber têkîliyên dîplomatîk, bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê jî fikar dide mirov. Lewma divê hemû parêzerên welatên Ewropayê rêz nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin û wezîfeya xwe bînin bîra xwe.”

Etîenne Lesage: Girtîbûna demdirêj şêwazekî mirinê ye

Parêzerê Etîenne Lesage destnîşan kir ku divê mafê hêviyê yê her girtiyekê hebe û ev tişt got:

“Girtîbûna demdirêj mîna cezayê mirinê û weke pêkanîneke ku rûmeta mirov binpê dike, tê dîtin.

Perspektîfa girtîbûneke ku mafê hêviyê nas nake, li dijî peymanên navneteweyî ye.”

Back to top button