KCK’ê Çarşema serê Nîsanê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir û got:”Bi boneya Cejna Çarşema Sor jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di navbera Êzidiyan de yekitiyek bihêztir bê kirin.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê Çarşema Sor pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya xurtkirina kar û rêxistiniya gelê Şengalê ya li ser bingeha avakirina Şengal a Xweser a Demokratîk.

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Civaka Êzidî di sala 2024’an de Cejna Çarşema Sor a qedîm pîroz dike.

Em Cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku ev cejn wê bihêle gelê Şengalê li ser bingeha avakirina Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk hîn xurtir kar û xebatên xwe bimeşîne.”

KCK: Ku êrîşên dewleta Tirk ji bêtehamuliya wê ya li hemberî statûya gelê me yê Êzidî tê

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bê tehemuliya xwe bi êrîşan dide xuya kirin û wiha domand:

“Weke berê îsal jî civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike.

Gelê Êzidî yê ku bi gavên xurt pêşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe baweriya xwe ava kir, hê jî di bin gefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û hevkarên wî PDK’ê de ye.

Ji ber vê sedemê em dizanin ku êrîşên dewleta Tirk ji bêtehamuliya wê ya li hemberî statûya gelê me yê Êzidî tê. ”

KCK: Divê di navbera Êzidiyan de Yekitiyek bihêztir bê kirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK herî dawî banga bi hêzkirina yekîtiyê kir û got:

“Bi boneya Cejna Çarşema Sor jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di navbera Êzidiyan de yekitiyek bihêztir bê kirin.

Em di wê baweriyê de ne ku rûspiyên Êzidiyan wê rola xwe di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin û li dijî êrîşên qirkirinê û şerê taybet ên qirêj têkoşînê bimeşînin.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelên ku canê xwe feda kirine bi ser bixin.”

Back to top button