Keskîn Bayindir: Tirkiyê dixwaze Kurdan tune bike

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake.
Her wiha da zanîn ku eger di vê siyaseta xwe de israr bike wê dawiya wî wek desthilatdarên berê be.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava ji ANF’ê re axivî.

Keskîn Bayindir anî ziman ku hişê dewleta Tirk li ser Kurdistanê ye, dixwaze sînorên xwe bi şer fireh bike û got:

”Bi teqîna li Kolana Îstîklalê re armanc kirin ku berê civakê veguherînin tevgera Kurd û rêveberiya xweser a li Rojava.

Û bi vê yekê hem mûxalefeta navxweyî hem jî civaka navxweyî dîzayn bikin. Ji xwere kir buhane ku êrişî Rojavayê bike.

Bi vê re êrişên ezmanî li dijî Rojava da destpêkirin û bi israr çavkaniyên jiyan kir armanca êrişên xwe.

Ne zarok û ne jin hiştin êrişî her kesî kir. Ya rast ew e ku dewleta Tirk tenê armancek wî heye ew jî tunekirina Kurdan e.

Bayindir bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişeke bejayî û ev tişt anî ziman:

“Rastî em bi hişmendiyeke dewletê ya ku di tasfiyekirina hebûn û statuya Kurdan de israr dike re rû bi rû ne.

Tevî hemû daxuyaniyên raya giştî ya navneteweyî jî desthilatdarî di vî warî de tu hewldanek neda.

Tirkiyê di nava xwe de krîzan jiyan dike. Dixwaze bi rêya êrişekê hebûna xwe ya li ber têkçûnê biparêz e.

Bayindir destnîşan kir ku ger desthilat di siyaseta xwe de israr bike wê dawiya wan wek desthilatdarên berê be û wiha bi dawî kir:

“Desthilatdarên ku îro nikarin di nava siyaseta Tirkiyê de cih bigirin, bi berxwedana tevgera Kurd re bûne dîrok.

Dema ku em têde ne demeke wisa ye ku em ê bi geşkirin û mezinkirina têkoşîna civakî vê desthilatdariyê têk bibin.

Em weke tevgera siyasî ya Kurd bêguman di serdemeke wiha de ne ku divê em bi lezgînî bersivê bidin.”

Back to top button