Di zindana Şirnexê de dewleta Tirk girtiyeke din ê siyasî kuşt

Dagirkeriya Tirkiyê zîndanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vegûherandiyê cihê kuştina şoreşger û kurdan.
Dewleta Tirk a dagirker li Zîndanê girtiyê siyasî Emre Abalak kuşt.

Beriya 2 rojan Rêveberiya Girtîgeha bajarê Şirnexê ê Bakûrê Kurdistanê ji malbata girtiyê siyasî Emre Abalak re ragihandin ku kurê wan di serşokê de ketiye xwarê û rakirine nexweşxaneya Amedê.

Malpat piştî ragihandina bûyerê berê xwe dan nexweşxaneya Amedê.

Malbatê ragihand ku kurê wan di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.

Lê malbatê diyarkir ku kurê wan nexweşê pençeşêrê bû beriya 6 mehan hate girtin 20 sal ceza lê hatibû birîn.

Malbatê diyarkir ku deweletê kurê wan kuştine ew îdaya ketinê bawer nakin.

Doh êvarê cenazeyê Abalak ji aliyê malbatê wî ve li navçeya Sîlopya Şirnexê hate veşartin.

Back to top button