”Firqeya 4’an nîşan dide ku ew li dijî domandina jiyanê ye”

Nêzî Heyvekê ye hikuma Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç zêde kiriye.
Di encama dorpêçê de li herdû taxan hemû aliyên jiyanê hatiye rawestandin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno diyar kir ku hikûmeta Şamê bi vî rêbazî nîşan dide ku ew li dijî gel û domandina jiyanê ye.
Her wiha Welatiyên wê deverê jî bang li aliyên berpirs dikin ku yên li ser gel bazirganiyê dikin hesab jê werin pirsîn.

Ev zêdeyî Meheke hikumeta Şamê ambargo li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kiriye..

Hemwextî êrişên dagirkeriyê, ev yek dibe sedem ku azarên xelkê herdû Taxan zêde bibin..

Xelkê wê deverê aloziya tinebûna mazotê, kehrebe û dermanê nexweşan dikşînin..

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno girêdayî mijarê axivî.

Selah Sîno di destpêka axaftin xwe de diyar kir ku dorpêçkirina taxan ji aliyê Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê ve pêk hat.

Sîno anî ziman ku Firqeya 4’an bi vî rêbazî nîşan dide ku ew li dijî gel û domandina jiyanê ye û got:

‘Aliyê herî zêde ku di encama van kiryaran de zirar dîtiye gel e.

Yên herî zêde fêde dibîne jî dizên pereyên gel û bazirganên kirîzê ne.”

”Divê hesab ji sûcdaran bê xwestin”

Ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê welatiyê bi navê Ehmed Bîlal da zanîn hemû aliyên jiyanê ji ber dorpêçê rawestiyan e û mafê wan tê binpêkirin.

Welatiyê bi navê Rifet Xelîl jî diyar kir ku ji ber qutbûna sotemeniyê ew di gelek aliyên jiyanê de zehmetiyan dikişînin.

Her wiha welatiya bi navê Aytan Reşo jî bang li aliyên berpirs kir yên ku li ser gel bazirganiyê dikin hesab ji wan were pirsîn.

Back to top button