Reid El Fadil ê ji Reqayê bi nivîsandina helbestan hewl dide Şaristanî û mîrasa civakî ya herêmê bi peyvên resen vebêje.
El Fadil di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Bi coşeke mezin peyv û beytên helbestan hûnandiye û di helbestên xwe de balê dikişîne dikişand ser aliyên jiyanê û kultûra çandî ya herêmê.
Derbarê helbestên xwe yên li ser dozên civakî de Reid El Fadil wiha got:
“Peyvên di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de bi taybetî sosyolojiya azadiyê xeyaleke rastîn vedibêjin.
Ez dikarim di navbera bedewiya helbestan û analîza civakî de hevsengiyê çêkim.
Ez îlhamê ji wan parêznameyan digirim.
Di parêznameyan de, azadî weke têgeheke civakî ku sînorên cografî û dem derbas dike, hatiye pênasekirin.”
Di kirîza Sûriyeyê de û ji ber bûyeran El Fadil berê xwe da nivîsandina helbestên niştîmanî û yên civakî ku banga hevgirtina civakê tê de kir.
Gelek helbestên wî bûn stran û di çalakî û şahiyan de hatin gotin.