Sûcên çeteyan li Efrîna dagirkirî dewame

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li zarokekî û ciwanekî dan û motorsîkêleta wan desteser kirin.

Têklildarî mijarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyeyê li ser malpera xwe ev aghî parvekir:

“Doh çeteyên Feyleq El Şam yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bendeke kontrolê ya navçeya Recoyê, du ciwan li ser motorsîklêtekê rawstandin.

Piştî rawestandina ciwanê bi navê Hekîm Elî Seydo 21 salî û zarokê bi navê Rayan Mistefa Ismaîl 13 salî, bi hinceta ajotina bilez rastî lêdanê ji aliyê çeteyan ve hatin.”

Rêxistinê destnîşankir ku ev benda kontrolê girêdayî çeteyê bi navê Ebû Ela’e û her du ciwan bi giranî rastî lêdanê hatin.

Piştî lêdanê jî ew motorsîklêta ciwanan ji aliyê çeteyan ve hatiye desteserkirin.

Li Efrîna dagirkirî kesek hate revandin

Back to top button