Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî taxên bajarên Helebê topbaran kirin.
Di encamê de 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 31 sivîl jî birîndar bûn.
Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran taxên bajarê Helebê ku sivîl lê dimînin topbaran kirin.
Êrîş li dijî taxên Helebê yên Zehra, Heleb El-Cedîda, Furqan û Selah El-Dîn pêk hat.
Di encama topbaranê de 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan ê 31 sivîl jî birîndar bûn.
Di topbaranê li dijî taxa Selah El Deîn de 3 sivîl di wesaîtê de şewitîn.
Dîmenên 3 sivîlên li taxa Selah El Deîn jiyana xwe ji dest dan di malperên civakî de jî hatin belavkirin.