Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê roja 44’an a Berxwedana Rûmetê eşkere kir û careke din destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bin pê dikin
QSD’ê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk yên li navçeya Zirganê de 6 leşkerên rêjîma Sûrî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide herêmên ku dagir kirine berfireh bike û êrîşên xwe yên li dijî sivîlan didomîne.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê:
Artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşên xwe yên li dijî gundên Til Mihemed, Ing el-Hewa, Til el-Werid û Ebdilhey yên Zirganê dewam kirin.
QSD’ê anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk tevî êrîşan tevgera xwe ya dagirkeriyê jî domandin.
Li eniya Til Temirê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Dawûdiyê bê serûber topbaran kir.
Ji ber topbaranê mal û milkên sivîlan ziyan dîtin.
QSD’ê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Zirganê bi giştî 6 leşkerên rêjîmê jiyana xwe ji dest dan û hin leşker jî birîndar bûn.