Parlementerê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya Kurdan e

Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zebarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand û got: “Ev êriş ne li dijî PKK’ê ye, êrişa li dijî nasnameya kurdan e.” 

Parlamenterê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî jî êrişên dewleta Tirk ya li dijî Başûrê Kurdistanê şermezarkir û destnîşan kir ku dewleta Tirk PKK’ê dike hêcet û armanca wê dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê ye.

Zebarî got;

“Ev êriş ne li dijî PKK’ê ye, êrişa li dijî nasnameya kurdan e. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamenter li dijî vê derkevin. Ev êriş li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ye.

Zebarî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da û wiha axivî:

“Ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re wê di dîrokê de navê wê wek deqek reş bimîne.”

Zikrî Zebarî bang li gelê başûr û hemû gelê Kurd jî kir ku li ber van êrişan rabin.

Hîzbullaha Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga çalakiyan kir

Hizbulaha Iraqê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hizbulaha Iraqê ragihand ku armanca dewleta Tirk ya ji êrişê, hewldanek ji bo kontrolkirina nefta Iraqê ye.

Hizbulahê dijî Tirkiyê banga berxwedan û çalakiyên girseyî kir.

Her wiha Hîzbullaha Iraqê ji hikumeta Iraqê xwest ku helwestê nîşanî binpêkirina serweriya welat bide.

Back to top button