KJK’ê: Erka parastina welat ya her ferdekî Kurd e

Koodînasyona KJK û Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel têkildarî dagirkeriya Tirk daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de êrişên li ser başûr hatin şermezarkirin û bang li her kesî hat kirin ku bêdeng nenînin û rabin ser piyan.

Koordînasyona KJK’ê jî li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê tê gotin:

“Faşîzma AKP-MHP’ê bi salane li ser zihniyeta qirkirinê li dijî gel, tevgera me û jinan pêşdixîne êdî tu sînoran nas nake.

Êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û plana dagirkeriyê dewam dike.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku ew wek tevger û gel di demeke pir dijwar a têkoşînê de ne û got:

“Li hemberî van êriş û şerê qirkirinê ji her demê zêdetir pêwîstî bi bilindkirina têkoşîn û firehkirina eniya berxwedanê heye.

Êrişên hem wext û pir alî ne ji rêzê ne. Helwest û berxwedana li dijî vê yekê jî lazim e ne ji rêzê be.”

Kongra Gel: Divê li hember êrişan tu kes bêdeng nemîne

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL jî têkildarî êrişan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra gel anî ziman ku ev êriş ji êrişên berê cudatirin û ev yek got:

“Di vê êrişê de helîkopter û êrişên ji bejahiyê ji baregehên dewleta Tirk û tevgera PDK’ê jî gelekî zêde bûye.

Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk bi cilên pêşmergeyan di sêrî de Kurêjaro, xwe li herêmê belav dikin.”

Dîwana hevserokatiya Kongra-Gel li dijî êrişan ev bang kir:

“Gelê me, partiyên siyasî, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû dostên me divê li hemberî xiyaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger têbikoşin û bêdeng nemînin.”

Back to top button