Li Efrîna dagirkirî kesek hate revandin

Li Efînê rojane sûcên şer tên kirin.Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyek li navçeya Reco ya Efrînê revand.

Li Efrînê ku dewleta Tirk dagir kiriye, rojane sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 7`ê Nîsanê şêniyê bi navê Ebdo Hisên Hisê li gundê Amara yê navçeya Recoyê revandiye.

Heta niha aqûbeta Ebdo Hisên Hisê ne diyar e.

Back to top button