Şêniyên navçeya Ranya: Li beramberî êrîşan divê Kurd Yekîtiya xwe ava bikin

Çalakvanên navçeya Ranyayê dan zanîn ku divê niha Kurd ji hemû demê zêdetir yekîtiya xwe li beramberî metirsiyên li ser Kurdistanê hene, ava bikin û gotin:
“Pêwîste hin hêzên Başûr destê xwe ji destê dagirkeran derxînin.
Hêzên ku tevlî yekitiya netewî nebin, divê ji desthilat û Kurdistanîbûnê werin derxistinTenê bi yekgirtin û bidawîkirina hevkariyê dikarîn pêşî li dagirkeriyê bigrin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êrişî ser gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan dike.

Li Başûrê Kurdistanê jî PDK ji bo berjewendiyên binemala Barzanî hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike.

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de çalakvanên navçeya Ranyayê axivîn.

Çalakvan Feqê Mihemed diyar kir ku niha Başûrê Kurdistan di jêr êrişên herêmî bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker de ye û got:

“Pêwîste niha ji hemû demê zêdetir Kurd yekîtiya xwe li beramberî metirsiyên li ser Kurdistanê hene ava bikin.

Pêwîste hikûmeta Başûr û tevayî aliyên siyasî bi yek dengî li dijî metirsiyan helwest nîşandin.”

“Pêwîste hin hêzên Başûr destê xwe ji destê dagirkeran derxînin”

Çalakvan Star Resûl jî anî ziman ku divê her Kurdek bizane ku ji ber nebûna yekîtiyê Kurdan çiqas derfet ji dest dane û got:

“‘Pêwîste hin hêzên Başûr destê xwe ji destê dagirkeran derxînin.

Hêzên ku tevlî yekitiya netewî nebin, divê ji desthilat û Kurdistanîbûnê werin derxistin.

Ew hêzên ku rojane dostaniyê li gel dewleta Tirk de dikin, heman hêzin ku aboriya Herêmê jî radestî dewleta Tirk kirine û welat wêran kirine.

Tenê bi yekgirtin û bidawîkirina hevkariyê dikarîn pêşî li dagirkeriyê bigrin.”

Back to top button