Hêzil Ozgur: Di şerê 2021’ê de şervanên jin bi roleke girîng rabûn

Duh Civîna salane ya Konseya Biryargeha YJA-Starê pêk hat.
Yek ji fermandarên YJA-Starê Hêzil Ozgur civîna Konseyê û berxwedana gerîlayÊn YJA- Starê ya li dijî Tirkiyeya dagirker nirxandin.
Hêzil Ozgur detsnîşan kir di şerê giran ê sala 2021’ê de şervanên jin bi roleke pir girîng rabûn û tekez kir ew ê sala bê bi her awayî dijmin têk bibin.

Civîna salane ya Konseya Biryargeha YJA-Starê ya salane duh bi tevlîbûna jimarek ji fermandaran pêk hat.

Yek ji fermandarên YJA-Starê Hêzil Ozgur der barê civînê û berxwedana gerîla ji ajansa Firatê re nirxandin kir.

Hêzil Ozgur detsnîşan kir di şerê giran ê sala 2021’ê de şervanên jin bi roleke pir girîng rabûn û bû saleke têr û tijî.

Hêzil diyar kir ku plansaziya dagirkirinê ya dijmin hebû lê li dijî vê amadekariyên gerîlayan jî hebû .

Hêzil Ozgur: Sala bê em ê dijminê birîndar têk bibin

Fermandar Hêzil Ozgur da zanîn ku xeta berxwdanê ji Zîlan û Bêrîtan heta bi îro hatiye û ev xeta fedayî di êrîşan de bi rengekî berbiçav derkete holê.

Dawiya nirxandina xwe Fermandar Hêzil Ozgur piştrast kir ew ‘YJA- Star’ lehengên xwe yên şehîd ji xwe re esas dibînin û hilma dawî ya dijminê birîndar, di sala 2022’an de qut bikin.

Back to top button