Îro 1’ê Adarê ye ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li herêmê çalakî hebûn. HPC-Jin li Qamişlo meşek li dar xist û li Kobanê jî daxuyaniyek bi vê boneyê da. Li Reqa û Dêrazorê jî ji bo 8’ê Adarê xebatê tên kirin. Meclisa Jinan a PYD’ê jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanî semînerek li Girkê Legê li dar xist. Her wiha Navenda Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê amadekariyan dike.
Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
HPC-jin îro pêşengtiya van çalakiyan kir.
Li Qamişlo meşeke girseyî pêk hat û paşê bi daxuyaniyekê 8 Adarê hat pîrozkirin.
HPC-jin li Kobanê jî ji bo 8’ê Adarê û tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da
Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) li Qada Jina Azad a Kobanê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got:
Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin.
Li Reqa û Dêra Zorê xebatên 8’ê Adarê tên kirin
Mecilsa Jinên Sûriyê ya bajarê Reqayê bi boneya 8’ê Adarê bi navê ” Roja Jinên Cîhanê” semînerek lidarxist.
Li Dêrazorê jî komîteya jinan û navenda ciwanan û werzîşê ya Hecînê dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirin.
Jinên ciwan gundewarên rojhilatê Dêrazorê dixemilînin.
Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya 8’ê Adarê semînerek da
Meclisa Jinan a PYD’ê jî li Girkê Legê semînerek di komîna Şehîd Sêal Zargors de da û tê de bi dehan şênî amade bûn.
Di semînerê de Endama Rêveber a Kongra Star Zulfa Bedûr axivî û got:
Îdeolojiya rizgarkirina jinan ku rêber Ocalan ji jinan re pêşkêş kir, hêzeke mezin da têkoşîna hemû jinan.
Navenda Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê amadekariyan dikin
Her wiha Navenda Hîlala Zêrîn a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di 26’ê Çileya îsal de vebûye, xwe amade dike ku hunerên xwe di roja 8’ê Adarê pêşkêş bikin.
5 komên girêdayî Navenda Hîlala Zêrîn bi navê “Şehîd Berçem” a stran, dîlan û şano perwerdeyên zêde ji bo amadekariyên 8’ê Adarê digirin.