Li Îranê di nava krîza aborî û siyasî de, Îranî amadekariya hilbijartinê dikin

Li Îranê propagandeya ji bo hilbijartina dema 11’an a Parlamentoyê dewam dike. Li seranserî Îranê 7 hezar û 148 kes ji bo 290 kursiyan bûne namzet. Herwiha her ku diçe eniya boykotê jî berfireh dibe.

Di nava krîza aborî û siyasî de gelê Îranê wê bikevin hilbijartinê.

21’ê Sibatê li Îranê hilbijartina dema 11’an a Parlamentoya wê pêk were.

Lîsteya namzetan a dawî hate eşkere kirin û namzetan jî dest bi propagandayê kirine.

Parlamentoya Îranê ji 290 kursiyan pêk tê û ev kursî jî li ser 208 herêman hatiye parvekirin.

Li gorî daneyên dawî li Îranê 55 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Ji bo parlementerek bi ser bikeve divê 190 hezar dengan bidest bixe.

12’ê Sibatê Navenda Hilbijartinan a Wezareta Hundirîn a Îranê lîsteya dawî ya kesên namzetiya wan li seranserî Îranê hatî erêkirin eşkere kir.

Li gorî lîsteyê namzetiya 7 hezar û 147 kesan hatiye erêkirin.

Herwiha namzetiya 7 hezar û 296 kesan jî hate red kirin.

13’ê Sibatê propagandaya hilbijartinên dema 11. a dema parlamentoyê destpêkir.

Wê propaganda 20’ê Sibatê bi dawî bibe û roja 21’ê Sibatê jî hilbijartin pêk werin.

Li rexa propagandaya hilbijartinê, behsa boykotkirina hilbijartin, tevlînebûna xelkê ya ji bo hilbijartinê jî rojeva sereke ya navxweyî ya Îran û muxalefeta derve ya Îranê ye.

LI ÎRANÊ, HILBIJARTINA PARLAMANTOYÊ
DI NAVA ÎRANIYAN DE ENIYA BOYKOTÊ BERFIREH DIBE

Divê çarçoveyê de zêdetirî hizbên Rojhilatê Kurdistanê biryara boykotkirina hilbijartinê daye.

Sedemên herî girîng yên boykotkirina xelkê ji bo hilbijartinan evin;

Rewşa qeyrana aborî, bêkarî, hejarî, zextên siyasî yên ser rojnameger, çalakvanên civaka sivîl û siyasî, karker, mamosta, jinan, kuştina xwepêşandêran, girtin, piştevaniya komên Şîe û çekdarên li Sûriye, Lubnan, Filistîn, Iraq, Yemen û welatên din.

Komeleyê Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 9’ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin ku wan biryara boykotkirina hilbijartinê wergirtine.

Her du tevgeran diyar kirin ku hilbijartin şeklî ne, antî demokratîk in û bersivê nadin daxwazên gelan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meclîsa nû jî wê bi vî rengî şeklî be, daxwazên demokratîk û rewa yên gelan red bike.

Back to top button