Li Yemenê balafirek a sivîlan hat xistin, 31 kes mirin

Li bakurê Yemenê di encama hedefgirtina balefirekê de, zarok jî di nav de 31 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ev êrîş piştî xistina balefira şer ya Koalîsyona bi pêşengtiya Siudî Erebîstanê hat. Çekdarên Husî yên bi piştavaniya Îranê jî ragihandin ku piştî wan balefira koalîsyonê xist xwarê Siudî bi kuştina sivîlan bersiv daye.

Li Yemenê ji ber şerê di navbera Husiyên bi piştevaniya Îran û hikumeta Yemenê de rojane sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Her çiqasî halî hevdu ji kuştina sivîlan tewanbar dikin jî lê ya dibe, mirin û krîza aboriyê ye.

Kordînatora karê Mirovî ya Yemenê li Neteweyên Yekbûyî Lise Grande diyar kir ku li gorî agahiyên despêkê ji herêma El Maslub 31 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Herî kêm jî 12 kes jî birîndar bûne.

Grande balkişand li ser kuştina sivîlan li Yemenê û wiha got:

Li Yemenê gelek sivîl dimrin.

Ev trajediyeke ku ti aliyê xwe yê rawa tineye.

Ev 5 salin li Yemenê şer ranewestiyaye.

Rêxistina alîkariyê ya navneda xwe li Ingiltereyê ye Save The Children êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev yek wê hîn zêdetir rewşa heyî zehmetir bike.

Rêxistinê daxwaza lêkolîneke taybet li ser xistina balefirê kir û xwest berpirsyar werin darizandin.

Amerîkaya ku piştevaniya koalîsyona bi pêşnegtiya Siudî Erebîstan û Îmaratê dike, bi buhayê milyar dolaran çek firotine van aliyan.

Şerê li Yemenê ku ji 2014 an ve despêkirî, bû sedema ku zêdeyî 5 hezar malbat dest ji malên xwe berdin û koçber bibin.

Li gorî çavdêriyên rêxistinên ku rewşa li herêmê dişopînin, ji ber şer, mafê jiyanê yê sed hezaran kesî ji destê wan hatiye girtin.

Li Yemenê heta niha krîzeke ku mînaka wê ne hatiye dîtin heye.

Bi milyonan kesên ku xwarin û pêdiviyên tenduristiyê bi destê wan nakevin bi mirinê re rû bi rû ne.

Piştî şerê Husiyan li paytexta Yemen Sanayê dan despêkirin û di sala 2014 an de xistin bin destê xwe de, li welêt şer gur bû.

Li Yemenê jî ji şerê di navbera Husî û hikumeta Yemenê de, weke hemû şerên din herî zêde zarok dibin qurbanê şer.

Back to top button