Emîne Umer: Rola erênî ya me hêvî dikir veguherî roleke neyînî

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku rola erênî ya ku wan ji Rûsyayê hêvî dikir bilîsta, veguherî roleke neyînî. Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Elîzabêt Gewriyê jî hikumeta Şamê ji rewşa ku Sûriyê gihaştiyê, berpirsyar nîşan da û anî ziman ku tekane çareseriya aloziya Sûriyê, diyaloga li ser xaka welêt bixwe ye.

Hikumeta Şamê hewl dide fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe.

Dem bi dem rayedarên hikumeta Şamê, daxuyaniyan didin û Rêveberiya Xweser bi parçebûnê tawanbar dikin.

Her wiha Rûsya jî, qaşo rola navbênkariyê navbera Hikumet û Rêveberiyê de radibû, daxuyaniyên bê-bingeh dide.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer daxuyaniyên Rûsya û Şamê yên tewanbariyê red kirin.

Emîne diyar kir ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ve girêdayî ye û mîna van daxuyaniyan dibin sedema derxistina fîtneyan li herêmê.

Emîne destnîşan kir rola erênî ya ku wan ji Rûsya hêvî dikir bilîsta, veguherî roleke neyînî.

Emîne dibêje:

“Ev daxuyaniyên sorkirinê ne, dewleta Tirk li dijî Kurdan sor dikin û herêmê aloztir dikin.

MSD’ê ti carî parçebûn ji xwe re nekiriye armanc, armanca projeya me yekîtiya Sûriyê ye.

Lê doza Kurd, dozeke neteweyî ye, divê di ber çavan re were derbaskirin û bê çareserkirin.”

Elîzabêt Gewriyê: Divê Rûsya û dewletên din li çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bigerin

Di heman çarçoveyê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Elîzabêt Gewriyê jî axivî û diyar kir ku:

“Rêveberiya Xweser biratiya gelan weke bingeheke sereke ji bo birêvebirina herêman ji xwe re digire û navendîbûna ku hikumeta Şamê ferz kiriye, red dike”.

Elîzabêt hikumeta Şamê ji rewşa ku Sûriyê gihaştiyê, berpirsyar nîşan da û bang li Rûsya û dewletên din kir ku li çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bigerin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku diyaloga hundirîn a Rêveberiya Xweser û MSD’ê li ser dixebite, tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Back to top button