KNK: Avêtina gavên bê vîna xelkê Şengalê nayê qebûlkirin

KNK, PYD û Eniya Demokrasiya Gel der barê lihevkirina li ser Şengalê de, daxuyaniyên cuda dan. Wan diyar kir ku her gavek têkildarî Şengalê bê avêtin û biryarên der barê wê de bên standin, divê li gorî xwestek û vîna xelkê Şengalê be. Her wiha bang li civaka navnetewî kirin ku bi rêzdarî nêzî mijara Şengal û Êzidiyan bibin û girîngiyê bidin sîstema xwerêvebirina Şengalê.

Li ser Şengalê planên nû tên gerandin, li dijî van planan jî bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.

KNK’ê got:

“Em nabêjin bila hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Bexdayê karê xwe ji Şengalê neynin.

Bila ew jî di nava kar de bin, lê belê bila aliyên din jî di nav de hebin.

Em dibêjin bila maseyeke hevbeş bê danîn û bi amadebûna nûnerên xelkê Şengalê her tişt bên axaftin û çareserkirin.”

Rêveberiya Xweser û hêza xweparastinê ya Şengalê, mafê herî rewa yê xelkê Şengalê ye.

Divê Şengal xwedî statuyeke xweser û taybet be.”

KNK’ê diyar kir ku ew vê peymanê di cih de nabînin û bang li hemû partî û hêzên Kurdistanî kir ku li hember gavên PDK û Bexdayê bêdeng nemînin.

KNK’ê her wiha bang li mirovhezên cîhanê kir ku xwedî li Şengal û xelkê wê derkevin.

PYD: Divê rêzdarî ji vîna gelê Şengalê re bê girtin

PYD’ê jî heman helwest nîşan da û da xuyakirin ku ew ne li gel vê lihevkirinê ne, ji ber ev yek nûnertiya vîna xelkê Şengalê nake.

PYD’ê destnîşan kir ku sepandina vê lihevkirinê li ser xelkê Şengalê, dewamiya fermana 73’an ya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye ye.

PYD got:

“Li şûna ku berjewendiyên siyasî yên ne li gorî daxwaza gel tên meşandin, divê rêzdarî ji nêrîn û vîna gelê me li Şengalê re bê girtin.

Ev jî berî her tiştî berpirsyariyek exlaqî, mirovî û welatparêzî ye, em bawar in ku li gorî vîna gel, wê çareserî pêk bê. ”

Eniya Dermokrasiya Gel: Lihevkirin li dijî sîstema xwebirêvebirina Şengalê ye

Her wiha Eniya Demokrasiya Gel jî daxwaza hilweşandina lihevkirina Hewlêr û Bexdayê kir û destnîşan kir ku lihevkirin li dijî xwebirêvebirina Şengalê ye.

Eniya Demokrasiyê bang li civaka navnetewî kir ku bi rêzdarî nêzî mijara Şengal û Êzidiyan bibin û girîngiyê bidin sîstema xwerêvebirina Şengalê.

Back to top button