Ji bo penaberê Kurd ê ku Fransayê radestî dewleta Tirk kir çalakî hat lidarxistin

Ji bo Serhat Gultekîn penaberê Kurd ê ku ji aliyê Fransayê radestî dewleta Tik hat kirin û li Tirkiyê hat binçavkirin li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Atînayê çalakî hat lidarxistin.

Çalakvanê Kurd Serhat Gultekîn ê ku duh danê sibê anîbûn navenda binçavkirinê ya Fransayê, bêyî ku parêzer wî biparêzin serê sibê radestî Tirkiyeyê hat kirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo şermezarkirina dersînorkirina penaberê Kurd li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Atînayê Alî Bîlen axivî û got:

“Helwesta hikûmet û dewleta Fransayê, nêzîkatiyeke faşîst a li hemberî parêzvanên Modernîteya Demokratîk e ku di tevgera me ya siyasî ya Kurd de xebat û têkoşînê dimeşînin.

Dersînorkirina Serhat Gultekîn jî hevkariya bi Tirkiyeyê re nîşan dide.

Em nêzîkatiya durû ya dewletên Ewropayê şermezar dikin.”

Di çalakiyê de dirûşmên “Faşîst Erdogan, hevkar Macron, “Faşîst Tirkiye” hatin berzkirin.

Li Winterthurê bi sedan kes ji bo Rêber Apo meşiyan

Back to top button