“Rola Êlên herêmê di têkbirina hewldanên vejandina DAIŞ`ê de”

Li gorî rûspiyan erka hişyarkirina civakê ye ku bi piştgiriya QSD`ê û Rêveberiya Xweser DAIŞ û fikrên wê yên tundraw tune bikin.
Rûsipiyan diyar kir ku divê li rex hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê û Rêveberiya Xweser bin û gotin:”Tenê wisa em dikarin rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigirin.”

23`yê Adara 2019`an Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de li Baxozê ragihand.

Lê ji wê demê ve, hewldanên DAIŞ`ê ji bo ku dîsa vegere herêmê, berdewam kirin, nemaze li herêmên ku berê di bin kontrola wê de bûn, mîna Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê.

Ya balkêş ew e ku DAIŞ li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de çalak e û ji wir van hewldanan dikin.

Bi çalakbûna DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê re, şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in, nemaze ku rêya Dêrazor-Reqayê qut kirin û êrişî 2 gundên rojavayê Dêra Zorê kirin.

Êlên herêmê dibêjin li rex piştgiriya QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, erka sereke ya êlan, hişyarkirina civakê ye ji bo ku rê li pêşiya fikrên tundraw bê girtin.

Rûspiyê Êla El Mamra Elî El Xelef: Divê em piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin

Rûspiyê êla El Mamra Elî El Xelef got:

“DAIŞ bi navê îslamê derbasî gelek herêman bû.

Lê belê ew ji vê ola pîroz dûr e. Wan îslam bi kar anî ji bo ku armanca xwe bi dest bixin.

Ji ber wê divê em vê rastiyê ji civakê re şîrove bikin ji bo ku neyê xapandin.”

El Xelef destnîşan kir ku hewldanên êlan ji bo hişyarkirina civakê dê hewldanên şaneyên DAIŞ`ê têk bibin û wiha domand:

“Divê em li rex hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê û Rêveberiya Xweser bin.

Tenê wisa em dikarin rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigirin.”

Fayiz El Cedan: Divê Êlên li herêmê piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin

Rûspiyê êla El Bû Şêx (Begare) Fayiz El Cedan jî li ser heman mijarê axivî û got:

“Di civînên xwe de ku em li gel rûspiyan li dar dixin, em ji wan re destnîşan dikin ku divê ciwanên xwe hişyar bikin ji bo ku nedin dû fikrên tundraw ên DAIŞ`ê.

Em ji wan re girîngiya hevgirtinê şîrove dikin da ku rê li pêşiya vejandina vê rêxistinê bigirin.”

Rûspiyê êla El Bû Şêx (Begare) Fayiz El Cedan herî dawî got:

“Divê êlên li herêmê piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin ji bo ku DAIŞ dîsa venegere herêmê.”

Back to top button