172 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 170 rojin agahî nayê girtin.

Hefteyek piştî revandina Rojnamevan Silêman Ehmed, PDK’ê bi daxuyaniyekê eşkere gefa cezakirinê li wî kir.

Ajansa Rojnews’ê jî van gef û tometbariyên ne rast yên PDK’ê şermezar kir û banga serbestberdana Silêman Ehmed kir.

Ji 1’ê Cotmehê ve taniha tu agahî derbarê rewşa Silêman nayê girtin.

Her ku diçe geman û fikarên li ser jiyana wî zêde dibe.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 171 rojin agahî nayê girtin

Back to top button