BILA EMERÎKA JI SÛRIYÊ VEKIŞE

Rûsya û rejîma Sûrî daxuyaniyeke hevbeş dan..

Di daxuyaniyê de bang li Emerîkayê hate kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne.

Piştî ku Emerîkayê ragihandibû ku wê 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle, rejîma Sûriyê û Rûsyayê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Rûsya û rejîma Sûriyê li ser zimanê Fermandariya Giştî daxuyaniyeke hevbeş li ser hebûna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) li Tenefê da.

Di daxuyaniyê de bang li Emerîkayê hate kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Di daxuyaniya hevbeş de hate îdiakirin ku wê rejîma Sûriyê û Rûsya ji kampa koçberan a Rukban a li Tenefê vala bikin..

1`ê Adarê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dê biçin kampa Rukban û wan binîn herêmên rejîmê.

Bi deh hezaran kesên ji rejîma Sûriyê reviyane, niha li kampa koçberan a Rukban dimînin.

Kesên li wir dijîn ji ber metirsiya girtin, leşkeriya mecbûrî û kuştinê naxwazin biçin herêmên rejîma Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button