Tora piştevaniyê ya navneteweyî name ji CPT re şand

Li gel çalakiya ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin,Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî nameyek ji Serokê CPT Alan Mîtchell re nivîsî û xwest, tavilê heyetekê bişînin Îmraliyê.

Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî ku kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ da destpêkirin, ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re nameyek nivîsî.

Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî rewşa li Îmraliyê careke din bi bîr xist û bang li CPT kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de ku 91 kesayet û saziyên ku piştgirî dan pêngavê mohra xwe danîn binî.

Her wiha işaret bi tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin û hate gotin, di nava 36 mehên dawî de hewl tê dayin ku Îmraliyê bikin darbestek.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan niha 75 salî ye, 25 sal in di nava tecrîdeke giran de dîlgirtî ye û 3 sal in jî li ser mijara tenduristiya wî agahî jê nayê wergirtin.

Lewma jî bang li CPT hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku CPT xwedî wî mafî ye ku serdana hemû girtîgehên li Tirkiyê bike û jê hate xwestin ku di çarçoveya xala 3’yemîn a Peymana Konseya Ewropayê de heyetekê bişîne.

Di nameyê de hate xwestin ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê

Di nameyê de hate xwestin ku CPT destpêkê heyetekê bişîne Îmraliyê û piştre jî bikeve nava hewldanan ku parêzer û malbata Rêber Apo karibin pê re hevdîtinê bikin.

Di dawiya nameyê de hate destnîşankirin ku gaveke bi vî rengî wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan ên lezgîn ên ji bo bi milyonan Kurdan bibe alîkar.

Di heman demê de ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya meseleya Kurd ruhê lihevkirinê bê nûkirin.

Ji Strasboûrgê bang kirin: CPT demildest here Îmraliyê

Back to top button