Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê plansaziyek ji
bo sala 2024`an daniye.
Di nava wê plansaziyê de sererastkirina dibistana ker û lalan heye ku çeteyên DAIŞ`ê wêran kiribû.
Sala 2014`an dema DAIŞ`ê Reqayê dagir kiribû, dibistana taybet a zarokên ker û lal rûxandibû.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi sererastkirina dibistanê kir ku li herêma Panorama ya bajêr e.
Desteyê di qonaxa yekemîn de jêrzemîna dibistanê ava kir û dîwar lê kirin.
Gerînendeyê nivîsgeha avahiyên dibistanan a Reqayê Mihemed El Hisên têkildarî mijarê axîvî û got:
“Qonaxa yekemîn a sererastkirina dibistanê bi temamî bi dawî bû.
Niha em ê dest bi qonaxa duyemîn bikin ku di çend rojên bê de dibistanê hazir bikin.”
Di dibistanê de 21 fêrgeh û 6 odeyên rêveberiyê hene.
Nêzî 800 şagirt dikarin di dibistanê de bixwînin.
Dibistan berê ya zarokên ker û lal bû lê piştî sererastkirinê dê ji bo şagirtên asta sereteyî be.