Xalid Îbrahîm: Divê çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin darizandin

​​​​​​​Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm diyar kir ku dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ’ê re berpirsyariya Koalîsyona Naveteweyî ye. Xalid Îbrahîm bang li civaka navnetewî kir ku, çareserkirina pirsgirêka çeteyan jî di nav de, pirsgirêka Sûrî bi giştî çareser bikin.

Bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeh û kampên bakur û rojhilatê Sûrî de ne, derbarê aqûbeta wan de heta niha hêzên navdewletî ti gav neavîtine.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Herêma Cizîrê parêzer Xalid Îbrahîm axivî.

Xalid Îbrahîm daxuyaniyên QSD’ê yên derbarê çeteyan de bibîrxist û got:

“Di pêngavên ku QSD’ê li dar xistibûn de bi hezaran çete hatin girtin.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên ku welatiyên wê di nava DAIŞ’ê de ne û di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne kirin ku çareseriyeke bingehîn ji wan çeteyan re bibîne.

Lê civaka navneteweyî heta niha bêdeng e.”

Xalid Îbrahîm da zanîn ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi aqûbeta çeteyên DAIŞ’ê yên girtî ve girêdayî ye.

Îbrahîm daxuyakirin ku ger dosyaya DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan nebe beşek sereke ji pirsgirêka Sûriyê wê aloziya Sûriyê çareser nebe.

Îbrahîm balkişand li ser daxwazên Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû:

“Pêwîst e dadgehek ji bo darizandina çeteyên DAIŞ”ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin.

Divê hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bin.

Ji ber ku şer li vir rû daye, qurbanî ji vir in û binpêkirin û komkujî li vir hatine kirin.”

Xalid Îbrahîm ji bo darizandina çeteyan ev bang kir:

“Her kes rewşa qanûnî û hiqûqî li dewletên Ewropayê dizanin, ev dewlet tevgerên welatiyên xwe baş dizanin.

Her kes dizane ku çawa çete û malbatên wan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, bi dehan belge hene ku vê yekê piştrast dikin.

Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne bi erka xwe rabin.”

Back to top button